Sazî û rêxistinên jinan têgeha edaletê, wekheviyê di nava civakê de, rêbazên xurtkirina tevlîkirina jinan di jiyana pratîk de bi atolyeyekê nîqaş kirin.
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi koordîneya Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan, atloyeyek bi dirûşma “Bi edalet û wekheviyê azadî û hevgirtina civakê pêk tê” li Qamişlo li dar xist.
Nûnerên rêxistin, tevgerên jinan û partiyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî bûn.
Meclisê ji atolyeyê armanc kir ku têgeha edalet û wekheviyê, mafên jinan û erkên wan di civakê de, şîrove bike.
Kesên axivî gotin:
“Wekhevî, her kesek bê cudabûna ol, reng, zayend, welat na nêrîna siyasî di mafên aborî, siyasî û civakî de ye.
Hat destnîşan kirin ku gelek cureyên wekheviyê hene weka wekheviya siyasî, civakî û qanûnî.
Derbarê edaletê jî ev tişt hat ziman:
Edalet, her mirovek di aliyê siyasî yan civakî yan aborî de mafên xwe yên rewa bidest bixe.
Beşdaran jî teqezî bi pêwîstiya tevlîkirina jinan di birêvebirina civakê de û bidestxistina mafên xwe di tevahî qadên jiyanê de bi taybet a siyasî de kirin.