Li dijî radestkirina gerîla Harûn bertek zêde dibin.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho diyar kir ku xayîn dê hesab bidin.
Adil Hec Kerho radestkirina Harûn Elbak şermezar kir û got:
“Dewleta Tirk siyaseta xwe daye guhertin û kesên xayîn ên Kurd li hemberî gerîla û gelê Kurd kar tîne.
Ti ferq di navbera van û ENKS’ê de tune ye.
Ji ber çeteyên dewleta Tirk in û xizmetî berjewendiyên wan dikin
Îxanet, bandorê li têkoşîna gerîla nake, ji ber ku gel li pişta wan e.
Kerho bang li gelê herêmê kir ku pişta xwe nedin kesî.
Tenê bila pişta xwe bidin hêzên gerîla.