Gerîla Harûn Elbaq hate girtin

Gerîlayê HPG’ê Harun Elbaq (Selîm Adiyaman) ku li Hezexê bi destê xayînînan radestî dijmin hatibû kirin hate girtin

Gerîlayê HPG’ê Harun Elbaq ( Selîm Adiyaman (Harûn Elbak) li gûndê Zergûza Banê ya bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve ji aliyê komeke çete û sîxûrên tirkiyê ve piştî tundî lê hatibû kirin radestê dagirkeriya tirkiyê hatibû kirin.

Gerîla Harun Elbaq li Serfermandaariya Cendirmeyan a Şirnexê dihat ragirtin, piştî 5 rojan sewqî dadgehê hat kirin.

Dadgehê biryara girtina Elbak da û ew şand Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T’yê.

Malbata Adiyaman a ku me xwe gihandê, girtina Adiyaman piştrast kir û got ku pîştî ku wan dîmen li ser hesabên medyaya civakî dîtiye berê xwe dane Şirnexê û sê rojan li Şirnexê mane û piştî hewledaneke mezin wan hevditin bi kurê xwe re kiriye.

Malbat ragihand ku serdozgeriya Komarê ya Şirnexê jî biryara “veşarî” daniye ser dosyeya lêpirsîna der barê Adiyaman.

Back to top button