Lavrov: Helwesta me ya li hember Ewropa dibe dijwartir bibe

Rûsya êdî ji helwesta Ewropa ya di şerê li Ukrayna û pêkanîna daxwazên Amerîkayê de bêzar bûye.
Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavor got:
Yekîtiya Ewropa Rûsya winda kir.
Eger pêwist bike, Rûsya wê helwesta xwe ya li hember Ewropa dijwartir bike.

Piştevaniya welatên Yekîtiya Ewropa bo Ukrayna û pêkanîna daxwazên Amerîka, Rûsya bihêrs kiriye.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ev yek di nirxandian xwe ya li gel çapemeniya Rûsyayê de bi awayekî eşkere anî ziman.

Sergey Lavrov diyar kir ku têkiliyên xirab ên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi Moskowê re ji ber piştevaniya wan a bi Ukrayna yê re ye.

Lavrov derbarê mijarê de got,

“YE’yê Rûsya winda kir.

Lê belê ev sûcê wan e.

Welatên Yekîtiya Ewropayê û lîderên wê bi awayekî vekirî dibêjin, divê Rûsya windahiyeke stratejîk bide.”

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya got “helwesta dijminane ya YE’yê ya li hemberî Moskovayê tê wateya ” windakirin YE û ev tişt anî ziman:

“Li gorî berjewendiyên neteweyî yên Rûsyayê û prensîba berevajîkirinê ya di dîplomasiyê de, eger pêwîst bike wê Rûsya bi Ewropayê re şerekî tundtir bike.”

Daxuyaniya Lavrov hemwextî roja Fînlandiya wê bi fermî bibe endama 31’emîn a Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) hat.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got;

“Serlêdana endamtiya Fînlandiya bo NATO ji Gulana 2022’an ve dewam dikir.

Piştî hevdîtinên dawî yên li gel Tirkiyê hat erêkirin.”

Bi erêkirina endamê nû re, ev pêngav aloziya di navbera Rojava û Rûsyayê de zêdetir kir.

Lavrov: Rojavayî hewil didin navbera Rûsya û Çînê xera bikin

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya li ser peywendiyên Rûsya û Çînê jî anî ziman ku welatên Rojavayî hewil didin navbera wan û Çînê xera bikin.

Lavrov meha borî got,

Hevdîtina 10 saetan a di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Xi Jinping de “hevkariya stratejîk” di navbera Rûsya û Çînê de pêş dixe.

Serokê Rûsyayê Putin û Serokê Çînê Xi Jinping 21’ê Adarê piştî hevdîtina xwe ya li Moskowayê daxuyaniyeke hevpar îmze kirin.

Lîderan bibîrxistin ku li ser hevkariya dualî, hevpariya berfireh a têkiliyên Rûsya û Çînê û di serdemeke nû da pêşxistina danûstendinên stratejîk û berfireh lihevkirin pêk hatiye.

Ev daxuyanî bû sedema berteka Rojava.

Back to top button