Li dijî kuştina ciwanê kurd, bertek ji haliyê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ve derket.
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê Sîpan Tûran, kuştina Bariş Çakan a ji ber guhdarkirina muzîka kurdî şermezar kir û ev tişt got:
“Careke din hat hînbûn ku zihniyeta faşîst a AKP-MHP’ê tenê wehşet û komkujiyê dihewîne.”
Tûran, diyar kir ku zimanê wan ê zikmakî kurdî ye û dê li her qadê bi kurdî biaxivin û wiha got:
Zihniyeteke ku wiha êrîşî çand û nirxên kurdan bike, siberojê wê ji bo kurdan çawa rewşeke aştiyane ava bike.”