Li Îranê nêzî 3 hezar kesên din bi Coronayê ketin

Li Îranê  tenê di 24 saetên dawî de, nêzî 3 hezar kes bi vîrûsê ketin.

Li Îranê ku vîrûs bi xurtî belav dibe, bîlançoya qurbaniyan jî giran dibe.

Li gorî daneyên herî dawî, di nava 24 saetên borî de 81 kesên din jiyana xwe dest dan û jimara gihîşt ya kesên mirine bû 7 hezar û 878 kes.

Her wiha 2 hezar û 979 kesên din jî bi vîrûsê ketine û jimara giştî bû, 154 hezar û 445 kes.

Back to top button