Filmê “Ji bo Azadiyê” li bajarê Qamişlo hat pêşandan

Piştî bajaroka Rimêlanê ya kantona Qamişlo, îro li bajarê Qamişlo Filmê “Ji bo azadiyê” ku berxwedana ciwanên Kurd li Sûra Amedê nîşan dide, hat pêşandan.

Komîna Film Rojava filma “Ji bo azadiyê” li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo da pêşandan.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, hunermend û rewşenbîr ji bo dîtina filmê amade bûn.

Film duh li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê hatibû pêşandan.

Film cara yekem di Mîhrecana Sîmena ya Navnetewî de li Hindistanê hate pêşandan.

Fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ ji aliyê derhêner Ersîn Çelîk ve li bajarê Kobanê hatiye kişandin.

Film berxwedana 100 rojan a ciwanên Kurd li Sûra Amedê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bûyerên rasteqîn pêkhatine vedibêje.

Leave a Reply

Back to top button