104 şêniyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku koçberî Başûrê Kudistanê bibûn, di deriyê Sêmalkayê re vegeriyan warê xwe.
Endamê Buroya Koordînekirina Têkiliyan ê Deriyê Sêmalkayê Mihemed Sibêh Silêman li ser hatine xelkên Rojava wiha got:
“104 kes li ser 4 beşan ji kampa Berdereş vegeriyan.
Piraniya wan ji Qamişlo, Tirbespiyê, Hesekê, Amûdê û Serêkaniyê bûn.”
Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve heta niha 4 hezar û 700 kes, ku piraniya wan jin, zarok û kesên bi temem in ji kampa Berdereşê yê li Başûrê Kurdistanê vegeriyan Rojava.