Maas: bi derketina hêzên koalîsyonê ji Iraqê re tenê çete wê feydeyê bibînin

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas diyar kir ku vekişîna koalîsyona navnetewî ya ji Iraqê, wê bibe sedema zindîbûna çeteyan.
Li paytexta Almanya Berlînê Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas bi hempîşeyê xwe yê Urdunî Eymen Es Sefedi re civiyan.

Wezîran di civîna xwe de rewşa li Filistîn, Sûriye, Libya û nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de axivîn.

Piştî civînê herdu wezîran ji çapemeniyê re axivîn.

Heiko Maas got:

Ger koalîsyona navnetewî ji Iraqê derkeve, ev yek wê wê ji bo zindîbûna çeteyan bibe derfet.

Bi vî awayî jî êrîş wê heta Avrupa jî dirêj bibe.

Maas li ser nakokiyên dinavbera Amerîka û Îranê de jî anî ziman ku krîz bi dawî bûye û wê êdî Îran destwerdanê li welatekî din neke.

Wezîrê Derve yê Urdunê Safedî jî diyar kir ku bi dijwarbûna şerê li Lîbyayê re nakokî ji mezin dibe.

Leave a Reply

Back to top button