Ji hikumeta Îtalya astengiyên bû koçberan

Rêveberiya Îtalya gef li keştiyên ku koçberên li nava deryayê asê dimînin xwar û got:
Kaptanên keştiyan ku li gorî qanûnan tevnegerin, wê heta 50 hezar euroyan bêne cezakirin.
Saziyên alîkariya koçberan jî li dijî vê yekê bertek nîşandan û gotin:

Li Îtalyayê rizgarkirina koçberên ji mirinê wê zehmetir be.

Ji ber ku Seroka rastgir Giorgia Meloni ku bi serketineke mezin di hilbijartinên meha Cotmehê de hat ser desthilatdariyê, qanûnên tund li ser keştiyên ku koçberan ji mirinê rizgar dikin, danî.

Hikumeta Meloni ku biryara diyarkirina şert û mercên xebatê yên saziyên sivîl ê li Derya Spî îmze kir, têkîldarî rizgarkirina koçberan gelek rêbaz danî.

Li gorî vê keştiyên ku ji bo armancên mirovî dixebitin, her koçberên ku ji deryayê rizgar bikin wê yekser ji yekîneyên ewlehiyê re ragihînin û li şûna ku koçberên din rizgar jî bikin, divê demildest vegerin bendera herî nêzîk.

Her wiha keştîvan wê bi mecbûrî penaberên rizgar dikin agahdar bikin ku di nav tevahiya Yekîtiya Ewropayê de mafê wan ê penaberiyê heye.

Li kaptanên keştiyan ku li gorî qanûnên hikûmeta Îtalyayê tevnegerin, wê heta 50 hezar euro cezayê pere bên birîn.

Keştiyên ku çend car li gorî qanûnan tevnegere, wê bêne desteserkirin.

Rêxistinên sivîl li dijî biryara meloni bertek nîşan dan

Rêxistinên sivîl nerazîbûneke tund nîşanî biryara nû ya hikûmeta Îtalyayê dan.

Nûnerê Rêxistina Doktorên Sînornenas Rîccardo Gattî diyar kir ku bi qanûnên nû re wê metirsiya mirina bi hezaran kesan zêde bibe.

Ji rêxistina sivîl a Sea-Watch Olîver Kulîkowskî ku li Deryaya Spî dixebite got,

“Bi eşkere ji me re dibêjin ku çavê xwe li mirinên koçberan bigirin.

Ev qanûn parçeyek ji siyaseta krîmînalîzekirina me ye.”

Hikûmeta Meloni ya rastgir îdia dike ku keştiyên rizgarkirinê yên li Derya Spî dixebitin koçberiya qaçax teşwîq dikin.

Ji xeynî Îtalya, Malta, Yewnanîstan û Spanya jî biryarên bi vî rengî girtin ku alîkariya penaberên bi mirinê re rû bi rû ne neyê kirin.

Bi van biryaran re di salên dawî de hejmara penaberên ku li Deryaya Spî xeniqîne zêde bûne.

Back to top button