Li Fîlîpînê ji ber lehiyê jimara kesên mirî derket 44’an

Bahoz û lehiya li welat heta niha ziyanek mezin li welat kiriye.
Ji ber lehiyê heta niha jimara kesên mirî derketiye 44’an û xebatên lêgerîna bû kesên winda jî dewam dike.

Lijneya Kêmkirina Rîska Afatê ya Neteweyî ya welat li ser mijarê daxuyaniyek da.

Lijneyê ragihandin ku 44 kesan jiyana xwe ji dest dane, 12 kes jî birîndar bûne.

Ji bo 28 kesan jî xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Baran û bahoza zêde bandor li 34 parêzgeh û 10 herêman kir.

Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku bêtirî 509 hezar û 349 kes ji ber lehiyê mexdûr bûne.

Her wiha 56 hezar û 807 kes jî di stargehên demkî de dimînin.

Fîlîpîn a ku her sal bi navînî 20 felaketên wek bager û bahozê rastî wê tê, yek ji wan welatan e ku herî zêde ji bobelatên xwezayî zirarê dibîne.

Back to top button