Hêzên Iraqê li rêze çiyayên Hemrînê operasyonek li dar xist û têde 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul derbarê mijarê de daxuyanî da.
Resul da zanîn ku hêzên Iraqê li çiyayên Hemrînê operasyonek li dar xist û 6 çete hatin kuştin.
Yehya Resul diyar kir ku ev operasyon ji bo tolhildana êrişên dawî yên DAIŞ’ê bû.
Di rojên borî de çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Diyala û Kerkûkê gelek caran êrişî hêzên Iraqê kir.