Efsaneyê futbolê Pele koça dawî kir

Efsaneyê futbolê Pele koça dawî kir.
Koça Pele bû sedema li welat 3 rojan şîna netewî were ragihandin.
Her wiha detayên merasîma cenaze jî hatin eşkerekirin.

Li Brezîlyayê ji bo efsaneya futbolê Pele yê ku duh di 82 saliya xwe de koça dawî kirî, 3 roj şîn hat ragihandin.

Serokomar Jair Bolsonaro diyar kir ku ew ji ber mirina Peleyê ku “navê Brezîlyayê bi futbolê gihandiye cîhanê û futbolê veguherandiye huner û şahiyê” şînê digirin.

Merasîm wê Duşem û Sêşemê pêk werin.

Xerbatên merasîmê wê ji aliyê Kuluba Santos ve were birêvebirin.

Pele berê di nava vê tîmê de leyîstibû.

Di daxuyaniya Klûba Santosê de hat ragihandin ku wê cenazeyê Pele serê sibê ji nexweşxaneya Albert Einstein a li bajarê Sao Paolo were girtin û li kolanên bajêr were gerandin.

Dayika Pele ya 100 salî hê sax e.

Hat ragihandin ku wê paşê tabût bibin stadyuma Vila Belmîro ya li derveyî bajêr û li navenda qada futbolê bê danîn.

Roja Duşemê li gor saeta herêmî di saet 10.00’an da ji ziyaretvanan ra vebe û heta roja Sêşemê di heman saetê da xatirxwestina dawîn dikare were kirin.

Pele ku navê wî yê rast Edson Arantes do Nascimento ye, duh di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Bi kansera kolonê re têdikoşe, tumora Pele di Îlona 2021’an de bi emeliyatê hat rakirin.

Hat ragihandin ku Pele di 29’ê Mijdarê de ji ber Covid-19 û enfeksiyona rêyên bêhnê rakirin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniya ku ji nexweşxaneyê hat dayîn de hat diyarkirin ku penceşêra kolonê pêş ketiye.

Yekem lîstikvanê ku 3 caran Kûpa Cîhanê rakirî

Futbolîstê efsanewî di sala 1958, 1962 û 1970’an de di Kûpayên Cîhanê de Brezîlya bi ser ket û di dîroka futbolê de bû lîstikvanê yekane ku sê caran Kûpaya Cîhanê rakir.

Li gor daneyên FIFAyê di 1363 lîstikên ku Pele leyîstiye de hejmara golan 1281 e.

Tê zanîn ku wî di klûba xwe ya despêkê Santosê de ji hezarî zêdetir golek avêtin.

Wî piraniya golên mayî di New York Cosmos û Tîma Neteweyî ya Brezîlyayê de tomar kir ku li wir 77 gol avêtin.

Pele di 23’ê Cotmeha 1940’î de li bajarê Tres Coraçoes li eyaleta Minas Gerais a Brezîlyayê ji dayik bû.

Pele sala 2000’î ji hêla FIFA ve, ligel Diego Maradona, yek ji du futbolîstên herî mezin ên sedsala 20’an hatibû hilbijartin.

Back to top button