Li Amerîka ji ber bahoza berfê 61 kes mirin

Di dema ku li Amerîka amadekariyên cejna Noelê dihatin kirin de, jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 61’an.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ku amadekariyek zêde ji bo cejna Noelê jê re tê kirin, îsal bi bahoza berfê re rûbirû man.

Eyaleta New Yorkê ziyanek mezin ji vê rewşê dîtiye.

Herî dawî rêveberiyên herêma eyaleta New Yorkê ragihand ku 2 kesên din jiyana xwe ji dest dane.

Berpirsên herêma Buffalo ya ku herî zêde mirin lê pêk hatî ragihandin ku tenê li vê herêmê 39 kes mirin e.

Metirsiya zêdebûna jimara miriyan heye.

Bi daneyên dawiyê re jimara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 61’an.

Ji ber ku germahî zêde dibe, rayedar ditirsin ku helîna bilez a berfê bibe sedema lehiyan.

Tevî vê jî rêveberên welat dibêjin ew herî kêm ji rewşa lehiyê re amadetirin.

Herçiqasî lehiyek hebe jî lê nayê pêşdîtin ku ev wê giran be.

Hate ragihandin ku ji bo elektirîk li seranserê herêmê vegerîne, amadekarî tê kirin.

Bi gelemperî li herêma Buffalo zivistan dijwar derbas dibe.

Bi berfa zêde, bayê sar û ji nişka ve daketina germahiyê, hewaya xirab kaosek wisa çêkir ku tîmên rizgarkirinê bi xwe asê man.

Hewa sar, di astên curbecur de, li beşekî mezin ji welêt, heta eyaletên Teksas û Florîda jî, yên ku bi şert û mercên hewayê yên wiha ne aciz in, serdest bû.

Back to top button