Êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê

Dewleta Tirk û Îran yên dagirker, êrişên xwe yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê di bin bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistan didomînin.
Endamên Komisyona Pêşmerge ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku ji bo lêkolînkirina êrişan komisyon ava kirin derbarê mijarê de axivîn.
Endaman bêdengiya hikûmeta başûr rexnekirin û gotin divê êdî em destûr nedin ku ev ax bê dagirkirin.

Bombebaran û topbaranên dewleta Îranê û Tirkiyê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Komisyona Pêşmerge ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê derbarê mijarê de axivîn.

Komîsyona Pêşmerge ya Parlamentoya Başûr

Yek ji wan endaman Parlamenter Luqman Wertî bertek nîşanî êrişan da û diyar kir her sal xaka herêmê ji aliyê rêjîma Îran û Tirkiyê ve tên topbarankirin.

Luqman Wertî bal kişande ser bêdengiya hikumeta başûr a li hember êrişan û got:

“Divê hikûmet li dijî êrişan bi erka xwe rabe

“Divê êdî hikûmeta Herêma Kurdistanê xemsar nebe û hemû peywendiyên siyasî û dîplomasî ji bo rawestandina van êrişan bi kar bîne.”

Endamê Komisyonê yê bi nav Rizgar Mihemed jî anî ziman dewleta tirk û Îran serweriya xaka herêmê binpê dikin û wiha got:

“Vê jî wiha kir ku em bi piştgiriya Parlamentoya Kurdistanê komisyonekê ji bo şopandin û lêkolînkirina van êrişan ava bikin.

Serokatiya herêmê, sazî û dezgehan neçar bikin ku pêşiya van êrişan bigirin.”

“Em rê nedin ku axa me bê dagirkirin”

Rizgar Mihemed bi lêv kir pêwîste serokatiya herêmê, demildest ji bo rawestandina van êrişan li gel hikûmeta Iraqê bikeva nava guftûgoyê û ev bang kir:

“Ji bo her hêzekî şerme ku hevkarî û piştgiriya hêzên dagirker bike, çi ji bo bombebarana dagirkeran a li ser xaha herêmê be.

Lewma divê li şûna vê hemû ji bo parastina ezmûna Herêma Kurdistanê yekgirtî bin.

Rê nedîn kue ev xaka me were dagirkirin û bibe qada şer.”

Hêjayî gotinê ye Komisyona Pêşmerge ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê di 10’ê Cotmehê de ji bo lêkolînakirina êrişan serdana herêmên Biradost û Balekayetiyê kirîbû.

Wê ev komisyona parlamentoyê têkildarî êrişan raporekê amade bike û pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bike.

Back to top button