Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê

Şêniyên Til Temirê di çarçoveya rewşa awarte de bi saziyên xwe ve ti nav amadekariyan de ne…
Şênî pergala parastinê ya li herêmê xurt dikin.
Li gorî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Akad Xabûr diyar kir ku Hêzên wan li hember her êrişeke li ser navçeyê amade ne. Akad teqez kir ku ewê li hember her cûre êrişê civaka xwe biparêzin.

Piştî dewleta Tirk herêma Serêkaniyê di 2019’an de dagir kir, gund û navçeyên vê xetê veguherîn eniyên şer..

Yek jî wan eniya jî Til Temir e.

Niha zêdetirî 23 gundên til temirê bûne eniyên şer ku rojane tên topbarankirin.

Fermandar Akad Xabûr: Emê gelên xwe biparêzin

Yek ji Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Akad Xabûr, derbarê vê yekê de axivî..

Akad Xabûr diyar kir ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva topbaranên dewleta Tirk didin û got :

“Hêzên me li hember her êrişeke li ser navçeyê, di nav amadebaşiyê de ne.”

Ciwan Eyûb: Bi saya yekîtiya gelan dagirker nagihêjin armancên xwe

Hevserokê Meclisa Til Temirê Ciwan Eyûb jî ev yek anî ziman:

” Rojane piranî gundên navçeyê tên topbarankirin ..

Goristana taybet a Asûriyan, mizgeft, dêr û binesazî mîna dibistanan tên hedefgirtin.

Dagirkeriya Tirk bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê gavekê jî bi pêş neket.”

Eyûb da zanîn ku Meclisa navçeyê li gorî şerê gel ê şoreşgerî tev digire ku gel û welatiyan amade bike.

Madlên El Ebîd: Em li ser xaka xwe li ber xwe didin

Li aliyekî din jî welatiya bi nave Madlên El Ebîd a ji Til Temirê wiha got:

“Ruxmî hemû hedefgirtinên ji aliyê dagirkeriya Tirk , lê em li ser xaka xwe ne.

Em dev ji axa xwe benadin emê li ber xwe bidin.”

Mihemed Tahir: Tevî êriş û qutkirina ava Elok jî em li berxwe didin

Welatiyê bi navê Mihemed Tahir jî da zanîn ku rewşa navçeya Til Temirê û gundewarên wê gelek zehmet bûye..

Lê tevî wê jî li berxwe didin..

Mihemed Tahir balkişand li ser qutkirna ava stasyona Elok û got:

Dewleta Tirk bi qutkirina avê û êrişan ve jiyana me gelek zehmet kiriye, lê emê dev ji axa xwe bernedin.

Back to top button