Komên çete li Efrîn û Bab bi hev ketin

Ji duh ve komên çete yên dewleta Tirk li Bab û Efrînê ên dagirkirî bi hev ketine. Hat ragihandin di şerê navbera komên çete yên bi navê Cebhe Şamiyê û Hemzat gelek çete hatine kuştine û birîndar bûne. Di vê navberê de, çeteyên Cephet el Nûsra jî ketine hinek herêmên Efrînê. Di encama şerê çeteyan de, 3 jin ku yek ji wan ducanî ye hatin kuştin û hin zarok birîndar bûn.

Di navber komên çete yên dewleta Tirk de li Efrîn, Bab û Serê Kaniyê şerekî dijwar diqewime.

Piştî kuştina çalakvanê bi navê Ebû Xenûm ji hêla çeteyên koma Hemzat ve, ji duh ve şerekî dijwar di navbera wan û Cebha Şamiyê de rû dide.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn Sûriyê eşkere kir ku çeteyên Cebha Şamiyê piraniya herêma Babê û çend gundên Efrînê ji destê çeteyên Hemzat derixsitine.

Çeteyên “Cebhet El-Nusra” ketin Efrînê

Hemwextî vê yekê çeteyên Cebhet El Nusra û Ehrar Şam jî berê xwe dan Efrînê.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, çeteyên Cebhet El Nûsra dest danîne ser dergeh û bajaroka Xezawiyê û derbasî gundên navçeya Şêrewa bûn, piştre jî gefa ketina Efrînê xwarin.

Di şerê çeteyan de 3 jin hatin kuştin

Hat ragihandin di encama şerê çeteyan de li Efrîna dagirkirî ku tê de çekên giran û tank hatin bikaranîn, 3 jin hatine kuştin û gelek zarok jî birîndar bûne.

Yek ji wan Fatima Mehmûd El Ebid ya ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa û ducanî ye.

Her wiha li navçeya Şêrawa çeteyên Cebhet Nusra û çeteyên Cebhe Şamiyê baregehên hev topbaran kirin.

Hat ragihandin ku çeteyên Ehrar Şerqiyê wesayîteke leşkerî ya çek li ser gundê Dêr Belût ê Cindirêsê kiriye hedef.

Hat diyar kirin ku li kampa Dêr Belûtê, Mehmediyê yên Cindirêsê ji welatiyan kuştî û birîndar çêbûne, her wiha rêyên diçin Cindirêsê, Mabeta û Şiyê hatine girtin, rêya diçe Babê jî hatiye birîn.

Her wiha hat ragihand ku çeteyên Heyet Saîrûn jî, çeteyên El Nûsra yên li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa bi çekên giran topbaran kirin.

QSD: Ketina çeteyên El-Nusra nava Efrînê plana Tirkiyê ye

Rêveberê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamê ragihand ku derbasbûna çeteyên Cebehet Nusra ya nava Efrînê, şanoyeke dewleta Tirk e.

Şamî eşkere dike ku Tirkiyê bi rêya Cebhet El Nusra hemû komên çete dixe bin fermana xwe.

Têkildarî rewşa wan herêman Ferhad Şamî diyar kir ku Efrîn, Bab û Ezaz deverên ewle ji bo DAIŞ û El Qaîdê ne.

Piştî rûdana vê rewşê, Artêşa Tirk a dagirker li gelek deveran ket nava seferberiyê da ku wan çeteyan kontrol bike.

Di rewşa heyî de, li herêmên Bab, Efrîn, Ezaz û herêmên derdora wan, gelek komên çete, di nava şer de ne û gelek kuştî û birîndarên wan hene.

Back to top button