Li Yewnanistan û Îtalyayê êrişên kîmyewî hatin şermezarkirin

Li Yewnanistan û Îtalyayê bi çalakiyan cûda sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin. 

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên Herêmên Parastinê yên Medyayê, li paytexeta Yewnanisanê Atînayê daketin qadan.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji qada Syntagmayê heta îstgeha trenan a Syntagmayê meşiyan.

Çalakî, bi mîtîngê bi dawî bû. Ciwanan soza geşkirina têkoşînê û birêxistinbûna li dijî faşîzmê da.

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê jî Kurd û dostên xwe bi hev re li ber Raî TV’yê hatin ba hev û êrişên dewleta Tirk yê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin.

Back to top button