Jinên Minbicê tecrîda li dijî rêber Apo şermezar kirin û piştrastkirin ku ew li ser fikrê wî dimeşin.
Sena Receb a ji pêkhateya Çerkez dibêje:
”Tirkiyê hewl dide me dûrî fikrê neteweya demoqratîk bike yê ku rêber Apo pêşkêş kiriye, dûr bikevin.
Armanca wê ji nûkirina tecrîda li ser rêbertî ew e ku projeya neteweya demokratîk têk bibe.
Ev projeya ku mafê gel misoger dike.”
Asya Îsmaîl Hisên a ji pêkhateya Kurd jî berdewama tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo şermezar kir.
Asya Îsmaîl tecrîd bi sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kir.
Û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku komîteyekê bişînin girtîgeha Îmraliyê da ku rewşa tenduristî ya rêbertî bizanin.