Roja yekşemê li Qamişlo li dijî êrişên kîmyewî dakevin qadan

Însiyatîfa Gel a herêma Cizîrê bang li hemû pêkhate, sazî û partiyên siyasî kir ku divê hemû beşdarî xwepêşandana navendî ku dê di 13′yê mehê de li Qamişloyê li dar bikeve bin. 

Endamê Însiyatîfa Gel a herêma Cizîrê Perwîn Yûsif bi beşdariya bi dehan endamên însiyatîfê daxuyanî li pêş avahiya PYD′ê ya li Qamişloyê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em bang li şêniyên Cizîrê, saziyên sivîl û partiyên siyasî dikin ku beşdarî xwepêşandana ku dê di 13′yê mehê de li dar bikeve bin.

Xwepêşandan bi diruşma “Bi vîna gelan û gerîla em ê li hember çekên kîmyewî li ber xwe bidin, dagirkeriyê û îxanetê têk bibin.” li Stada Şehîdên 12’ê Adarê li Qamişlo pêk bê

Perwîn Yûsif bang li OPCW kir ku şandeyeke serbixwe bişîne qada gerîla lêpirsînek derbarê sûcên dewleta Tirk de bide destpêkirin.

Back to top button