Jinên Ciwan ê Tirbespiyê şehîdên êrişên kîmyewî bi bîr anîn

Yekitiya Jinên Ciwan bi çalakiyekê 17 gerîlayên di êrişa kîmyewî ya dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, bi bîr anîn. 

Yekitiya Jinên Ciwan a Tirbespiyê bi çalakiyekê 17 gerîlayên di Îlon û Cotmehê de di encama êrişa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Çalakî li hola dibistana Şehîd Cahîde Ronak a li Tibespiyê bi beşdariya endamên jinên ciwan hate lidarxistin.

Di bîranînê de wêneyên 17 gerîlayên di êrişa kîmyewî de şehîd bûbûn û wêneyên şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê hatin pêşandan.

Di çalakiyê de sînevîzyonek ku behsa têkoşîna jinan di tevgera azadiyê dike hate pêşandan.

Çalakî bi diruşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

Back to top button