Krîza li Qerebaxa Çiyayî: Rûsya û Amerîka ji rewşa heyî hev sûcdar dikin

Rûsya û DYA hevdu bi bêîstiqrara Kafkasya Başûr sûcdar kirin.
Brûksel wê îro mêvandariya rayedarên Baku û Erîvanê bike.
Heta niha 13 hezar û 350 penaber ji Qerebaxa Çiya derbasî Ermenistanê bûne.

Piştî operasyona Azerbaycanê ya li ser Qerebaxê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA û Rûsyayê ve hevdu sûcdar kirin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji rojnamevanan re got,

“Ez difikirim ku ev nîşan dide Rûsya ne hevkarek ewlehiyê ye ku mirov pê bawer be.”

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Rûsya bi wê yekê tawanbar kir ku piştî operasyona Azerbaycanê nikare ewlekariya Ermeniyan pêk bîne.

Ji aliyê din ve Rûsya îşaret bi wê yekê kir ku berpirsê serkeftina Azerbaycanê li ser Qerebaxa Çiya tenê Ermenistan e.

Moskow dibêje li cihê Êrîvan bi wan û Bakûyê re bixebite, xwe nêzî Rojava dike.

Bersiva Rûsyayê ya ji DYA re dereng nema.

Balyozê Rûsyayê yê li Waşingtonê Anatoli Antonov di peyama ku li ser Telegramê parve kir de wiha got:

“Em Waşingtonê vedixwînin ku ji gotin û kiryarên pir xeternak ên ku li Ermenîstanê dibin sedema zêdekirina hestên dijberî Rûsyayê yên sûnî, dûr bisekinin.”

Ermenîstan di hevkarîya ewlekarîyê ya ku piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetê bi Rûsyayê re ava kiribû, bi bawerî tevdigeriya.

Lê belê, piştî êrişa Rûsyayê ya sala borî ya Ukraynayê, têkiliyên her du welatan xirab bûn.

Li Brukselê civîna kirîtîk

Paytexta Belçîka Brukselê mazûvaniya civîna rayedarên Bakû û Êrîvanê dike.

Civîna li Brukselê piştî opera syonê wê bibe yekemîn hevdîtina aliyan.

Serokên Azerbaycan û Ermenîstanê wê meha bê li Spanyayê bicivin.

Civîna ku wê li Brukselê bê lidarxistin, wê ji aliyê Şêwirmendê dîplomatîk ê Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel Simon Mordue ve bê birêvebirin.

Azerbaycan û Ermenîstan wê di vê civînê de ji aliyê şêwirmendên ewlekariya netewî ve bên temsîlkirin.

Rayedarên Almanya û Fransayê jî wê beşdarî hevdîtinan bibin.

Almanya, Fransa û YE yek ji aktorên herî girîng ên ku di înîsiyatîfa çareserkirina krîza Qerebaxê ya ku bi salan e didome de cih digirin.

Piştî operasyona leşkerî ya Azerbeycanê hejmara ermeniyên ku ji Qerebaxa Çiya derbasî Ermenîstanê bûne her ku diçe zêde dibe.

Hikumeta Ermenîstanê ragihand ku heta îro saetên siharê 13 hezar û 350 kesên bi darê zorê ji Qerebaxê derbasî Ermenîstanê bûne.

Li Qerebaxa Çiyayî teqîn: 20 kes mirin, nêzî 300 jî birîndar bûn

Back to top button