Li Qerebaxa Çiyayî teqîn: 20 kes mirin, nêzî 300 jî birîndar bûn

Li Qerebaxa Çiyayî di depoyek sotemeniyê de, teqînek mezin pêk hat.
Herî kêm 20 kes mirin û nêzî 300 jî birîndar bûn.
Rewşa bi dehan birîndaran giran e.
Rêveberiya Bakûyê jî dibêje, wan derman û pêwistiyên tenduristiyê şandine herêmê.

Li Qerebaxa Çiyayî rojên zor û zehmet derbas dibin.

Şevê din li depoyeke sotemeniyê ya li herêma Qerebaxê ku çavê hemû cîhanê li operasyona leşkerî ya ji aliyê Azerbaycanê ve hatibû organîzekirin de, teqînek pêk hat.

Rayedarên Ermenistanê yên li herêmê ragihandin ku di teqîna li qada depoya sotemeniyê ya li ser rêya Askeranê ya nêzî bajarê Xankendî de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyanîya ku ji aliyê hikumeta cudaxwaz ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li cihê bûyerê 13 cenaze ku nasnameya wan nehat zanîn hatine dîtin û 7 kes jî li nexweşxaneyê mirine.

Rayedarên Ermenistanê diyar kirin ku piştî teqînê 290 kes rakirin nexweşxaneyê û rewşa bi dehan birîndaran giran e.

Serokomariya Azerbaycanê piştî teqînê daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo dermankirina birîndaran derman şandine herêmê.

Azerbaycanê ragihand ku wê “operasyona dijî terorê” ya li Qerebaxa Çiya ku 19’ê Îlonê ragihandibû, piştî agirbesta di navbera aliyên bi navbeynkariya Rûsyayê de bi qasî 24 saetan şûnda hat îmzekirin, bi serketî qedand.

Di lihevkirinê de hate destnîşankirin ku hêzên Ermenî yên cudaxwaz ên li herêmê wê çekên xwe deynin û Qerebaxa Çiya jî bikeve nava Azerbaycanê.

Nameya Biden ji paşînyan re: DYA wê li kêleka Ermenîstanê bimîne

Amerîka jî bi rêya berpirsên xwe yên li Êrîvanê piştevaniya xwe ya bo wî welatî tînin ziman.

Her dawî, Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan doh bi şanda ku ji Rêvebira Ajansa Geşepêdanê ya DYA Samantha Power re hevdîtin kir.

Power nameya Serokê Amerîka Joe Biden gihand Paşînyan.

Di nameyê de, Biden hevkariya xwe ya bo wî welatî tîne ziman û dibêje, ew ê li kêleka ermenîstanê bin.

Ermenî Qerebaxê vale dikin!

Back to top button