Di navbera Îtalya û Almanyayê de aloziya penaberan

Almanya biryar da ku alîkariyê bide tîmên sivîl ên beşdar rizgarkirina penaberan dibin.
Li dijî biryarê Îtalyayê bertek nîşan da.
Serokwezîra Îtalyayê Meloni nameyek ji hempîşeyê xwe yê Alman Scholz re şand û got: “Em li hember biryara we matmayî mane.”

Almanyayê ragihandibû ku ew ê alîkariyên aborî bidin tîmên sivîl ên beşdar rizgarkirina penaberên li Deryaya Spî dibin.

Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni bi rêya nameya ku ji serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re şandî nerazîbûna xwe nîşan da û got:

“Em li hember biryara hikumeta we ya piştgiriyê dide xebatên rizgarkirina koçberên qaçax matmayî mane.”

Meloni îdîa kir ku rêxistinên sivîl ên ku xebatên rizgarkirinê li Derya Spî dikin, koçberan teşwîqî bikaranîna rêya deryayî dike.

Meloni diyar kir eger Yekîtiya Ewropî (YE) dixwaze di warê koçberiya neqanûnî de alîkariya Îtalytalya bike, divê pêla koçberan rawestînin.

Wezareta Karê Derve ya Almanyayê ragihandibû ku ew ê alîkariya rêxistinên li Îtalyayê xebatên rizgarkirinê koçberan dimeşîne bikin.

Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Îtalyayê Matteo Salvini jî nêzîkatiyên Almanyayê wekî helwestek dijminane bi nav kir.

Hikumeta Îtalyayê ji ber zêdebûna hejmara koçberên ku tên welêt, rojên zehmet derbas dike.

Îsal li gorî qeydên fermî ji serê salê heta niha 133 hezar koçberî xwe gihandine wî welatî.

Di heman demê de ev jimar li gorî par dedora 70 hezarî bû.

Back to top button