Leşkerekî Nazî li Parlamntoya Kanada hat pêşwazîkirin

Li parlamentoya Kanada leşkerî Ukraynî yê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li nava Naziyan bû, li ser lingan bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Ev yek li nava welat rê li ber bertekan vekir.
Serokwezîrê Kanada Trudeau got: Ev yek şermek mezin e.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau vexwendnameya leşkerê Nazî yê bo parlamentoyê û bi çepikan pêşwazîkirina wî weke “şermekî mezin” binav kir.

Yaroslav Hunka yê 98 salî ji ber serdana Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky wek mêvanê taybet beşdarî rûniştina parlamentoya Kanadayê bû.

Piştî ku Serokê Meclîsê Anthony Rota ew wek “qehreman” da nasîn ji aliyê parlamenteran ve bi çepikan hate pêşwazîkirin

Serokê Meclîsê Rota yê ku ji bo îstifakirinê li ber xwe dide, piştre got;

Agahiya min ji têkliya wî ya Naziya nebû.

Min şaştî kir ku ew vexwendiye meclisê.

Serokwezîr Trudeau: Pêşwazîkirina leşkerê nazî şermek mezin e

Serokomarê Kanadayê Justin Trudeau jî der barê bûyerê de doh got:

“Ev ji bo parlamentoya Kanadayê û ji ber vê yekê ji bo hemû Kanadiyan şermeke mezin e.”

Bûyer roja Înê, di rûniştina ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ku serdana Kanadayê kiribû, li parlementoyê axivî pêk hat.

Serokê Meclîsê Rota bal kişand ser Hunka ku di rêzên temaşevanan de rûniştibû û bi gotina “Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji bo serxwebûna Ukraynayê li dijî Rûsan şer kir” da nasîn û got,

“Va ye lehengekî Ukrayna, Kanadayî.

Em ji ber hemû xizmetên wî spas dikin.”

Kesên beşdarî danişînê bûn li ser van gotinan bi çepikan Hunka pêşwazî kirin.

Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, bi hezaran Ukraynî li kêleka Almanan şer kirin, bi mîlyonan kesên din beşdarî Artêşa Sor a Sovyetê bûn ku li dijî hêzên Nazî şer dikin.

Beşa Galîsyayê berî ku 1945’an xwe radestî hêzên hevalbend bike, navê xwe guhertin û kirin Yekemîn beşa Ukraynî.

Serokê Parlamentoyê Rota roja Yekşemê daxuyaniyek da û got;

“Piştre ez hîn zêdetir der barê Hunka de hîn bûm û ji biryara xwe ya rûmetkirina wî poşman bûm.”

Polonya: Divê lêbûrîn were xwestin

Balyozê Polonya yê li Kanada got;

Ew li bendê ye ku ji ber “parlamentoyê sûcdarên bi vî rengî beraet bike” lêborîn were xwestin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin armanca êrîşa Ukraynayê wekî “paqijkirina welat ji Naziyan” pênase dike.

Berdevkê Pûtîn Dmitriy Peskov jî daxuyanî da û bûyera dawî wek “şerm” bi nav kir.

Back to top button