Amerîka destûr neda Ebdullahiyan serdana Waşingtonê bike

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan xwest piştî 14 salan serdana Waşingtonê bike.
Lê Amerîka serdana Ebdullahiyan qebûl nekir.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Matthew Miller derbarê mijarê de daxuyanî da.

Miller diyar kir, Ebdullahiyan ku hefteya borî ji bo civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû, daxwaz kiriye ku serdana Washingtonê bike.

Berdevk Miller got:

“Ji ber girtina hemwelatîyên Amerîkî û piştgirîya dewlet Îranê ji terorîzmê re wan nikaribû ev yek qebûl bikirana.”

Miller destnîşan kir rayedarên Îranî ji bo karûbarên NY dikarin biçin New Yorkê, lê ji bo serdanên cuda nikarin biçin washingtonê.

Ebdullahiyan xwest piştî 14 salan bibe yekemîn wezîrê Îranê ku serdana Waşingtonê dike.

Li gorî agahiyan Ebdullahiyan xwestiye serdana karmendên Îranî yên ku girêdayî Balyozxaneya Pakistanê ye bike.

Ji ber kirîza dîplomatîk a di navbera Tehran û Waşingtonê de, xebatên dîplomatîk ên Îranê di çarçoveya Balyozxaneya Pakistanê ya li Amerîkayê de pêk tên.

Lê serdana Ebdullahiyan ji aliyê DYA’yê ve nehate qebûlkirin.

Back to top button