Artêşa Lîbî, navendên parastina asmanî yên Tirkiyê kirin armanc

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, navendên parastina asmanî yên dewleta Tirk li Terablusê kirin armanc.

Artêşa Niştimanî ragihand ku ev navend berî çend rojan ji aliyê Tirkiyê ve li balafirgeha Miêtîqayê hatibûn amadekirin.

Li gorî odeyê, artêşê karîbû wan bi temamî wêran bike.

Li vê balafirgeha ku dewleta Tirk kiriye baregeheke leşkerî, Îna borî ji ber êrîşeke asmanî ya Artêşa Niştimanî 10 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Almanya û Rûsya banga rêzgirtina agirbestê dikin

Îro serokwezîra Almanyayê, Angela Merkel, bi riya telefonê bi serokê Rûsyayê, Vladimir Putin re axivî û rewşa Lîbyayê nîqaş kirin.

Aliyan banga rêzgirtina aliyên şer ji bo agirbestê kir û li ser pêkanîna biryarên ku li Kongreya Berlînê derketibûn, teqezkirin.

Misir destwerdanda derve di karûbarên Lîbî de red dike

Her wiha Serokê Misriê, Ebdulfetah El-Sîsî di civîna bi Wezîrê Derve yê Kongoyê re li ser rewşa Lîbyayê nîqaş kir.

El-Sîsî li ser destwerdana derve ya di karûbarê Lîbyayê de berteka xwe nîşan da.

Back to top button