Berhem Salih bi serkirdeyên Şi’yî re civiya

Piştî vekişandina Mihemed Elawî ji erkê Serokwezîrtiyê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi serokên siyasî yên Şîe re civiya.

Salih bi Serokê Tevgera Hîkme Emar El Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî, Serokê Hevpeymana Fetih Hadî Amirî û Serokê Hevpeymana Nesir Heyder Ebadî re, cuda cuda civiya.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokkomariyê ya Iraqê, hevdîtin li Koşka Selam a Bexdayê pêk hatin.

Di hevdîtinan de Serokomarê Iraqê bal kişand ser girîngiya lihevkirina aliyên siyasî ji bo diyarkirina serokwezîrê nû.

Hemwexrtî van hevdîtinan, duh li qada Xilanî ya Bexdayê xwepêşandan hatin lidarxistin û hêzên ewlekariyê çeka sekvaniyê li dijî xwepêşanderan bi kar anî, ku di encam de jimarek xwepêşander birîndar bûn.

Her weha li gor çavkaniyên herêmî, duh li Besrayê jî çalakvanê bi navê Elî El-Helfî li ser destê çekdarin nenas ve hat kuştin.

Back to top button