Mexrib yekem rewş tomar kir, Îran jî 77 qurban danîn

Vîrûsa Corona ku li Çînê der ket û li cîhanê belav bû, bandoreke giran li seranserî cîhanê dike.

Bi belavbûna zêde ya Corona re, Mexrib yekem rewş tomar kir.

Li Îranê jî 77 kes bi vîrusê mirine û jimara kesên bi vîrûsê ketine jî nêzî 2 hezar û 500 dibe.

Vîrusa Corona ku roj bi roj qurbaniyên wê zêde dibe li seranserî cîhanê bi lez belav dibe.

Heya vê kêliyê hejmara kesên vîrus derbasî wan bûye 90 hezar û 914 kesin.

Hejmara qurbaniyan jî gihiştiye 3 hezar û 116 kesî.

Li Çîna ku vîrus jê derket û belav bûyî, îro 125 kes vîrus derbasî wan bûye û 31 kes jî mirine.

Li Korya Başûr jî hejmara kesên bi Coronayê ketine nêzîkî 5 hezara dibe, di 24 seatên dawî de 477 kes bi vîrusê ketine.

Îtalya jî di 24 seatên dawî de 18 qurban danîne.

Welatê Mexrib jî dikeve lîsteya vîrûsa coronayê û yekem rewş tomar kir..

Li Îranê ya herî zerer li Rojhilata Navîn dîtiye, rewş hinekî cuda ye û herî dawî,

Şêwirmendê berê yê wezîrê derve yê Îranî Hisên Şêx el-Îslam ku aniha berpirsekî karûbarên navdewletî yê Zanîngeha Azad e, bi coronayê ket.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî jî, li ser twîtterê, mirina karmendekî ofîsa xwe ya li Tehranê ragihand.

Berî niha, hatibû ragihandin ku 4 karmendên bankên Îranê ji ber coronayê, mirine.

Bi vê yekê hejmara kesên bi vîrusê ketine li Îranê dibe 2336 kesî bûye, hejmara qurbaniyan jî dighêje 77 kes.

Back to top button