Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Helebê bi hev ketin

Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Helebê bi hev ketin.
Balafirên şer ên Rusyayê li çolîstana Resafe ya bajarê Reqayê deverên DAIŞ’ê bombebaran kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Helebê bi hev ketin.

Di encamê de kuştî ji her du aliyan heye.

Her wiha li rojavayê Hemayê jî her du aliyan bi çekên giran bi hev ketin.

Hate ragihandin ku 3 endamên hêzên hikûmeta Şamê li nêzî gundê Heyr Derkel hatibûn kuştin.

Balafirên Rusyayê deverên DAIŞ’ê li çolistana Reqayê topbaran kir

Li aliyê din çavdêriyê diyar kir ku balafirê şer ên Rûsyayê îro derdora 10 êriş li dijî baregehên çeteyên DAIŞ’ê yên li başûrê Reqayê pêk anîn.

Beriya 2 rojan 4 balafirên Rusyayê 15 êriş li dijî baregehên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana rojhilatê Hemayê û heta çolistana Resafe ya Reqayê pêk anîbûn.

Back to top button