Çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro careke din êrişî gundên Şera ya Efrînê kirin.
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî li ser Kobanê, Efrînê, Şehba û Idlibê geriyan.
Çeteyên dewleta Tirk ji gundê Anabkê, gundê Şewarixa û Kela Şewarixa yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir.
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Efrîn, Şehba, Kobanê û Idlibê geriyan
Li gorî nûçeya ANHA’yê 3 balafirên keşfê yên bêmirov li asîmanê Şehba, Efrîn û Idlibê geriyan.
Hate diyar kirin ku ev balafirên keşfê yên artêşa Tirk dagirker in.
Her wiha balafirên keşfê li ser navenda Kobanê û rojhilatê wê û hin deverên din ên Kobanê jî geriyan.