Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bikartîne

Dewleta Tirk di sala 1997’an de Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî îmzekir.
Tevî ku dewleta Tirk mohra xwe li binê vê peymanê danî jî, li dijî gelê Kurd gelek caran çekên kîmyewî bikaranî û heta niha jî bikar tîne.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku ji sûcên Tirkiyê berpirsiyare heta niha bêdeng e.

Dewleta Tirk di sala 1997’an de Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî îmzekir.

Peyman, çekirina çekên bi kîmyewî, komkirina wan û bikaranîna wan yekser qedexe dike û yê ku bikarbîne jî di asta navneteweyî de wek sûc tê qebûlkirin.

Dewleta Tirk, ji dema ku mohra xwe daniye binê peymana ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike û vir ve, heta niha bi dehan caran li dijî gelê Kurd bikarniyê û hîna jî bi kar tîne.

Li gorî hin raporên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), dewleta Tirk, heman demê piştî îmzekirina peymanê êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî dewam kirine.

Dewleta Tirk sê sal piştî ku mohra xwe danî binê Peymanê, di 19’ê Kanûnê de di bin navê ‘Vegera li jiyanê’ di girtîgehê de li dijî girtiyan çekên kîmyewî bikaranîn.

Di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî girtiyan de 30 girtî jiyana xwe ji dest dan û gelek girtî jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk Gulana 2001’ê li bejahiya Çêrme (Yedîsû) ya Çewlikê li dijî gerîla operasyonek leşkerî li dar xist û wek encamê operasyonê jî Tirkiyê ragihand ku 20 gerîla şehîd bûne.

Derbarê vê operasyonê de gelek îdia û şahid derketin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikaraniye.

Saziya Mafê Mirovan ÎHD’ê tekildarî îdia û ifadeyên şahidan, raporên lêkolînkirina cihê bûyerê û otopsiya cenazeyan raporek amade kir.

Di raporê de jî hate destnîşankirin ku çekên kîmyewî hatiye bikaranîn.

Dîsa dewleta Tirk sala 2004’a li navçeya Wanê 6 gerîla bi çekên kîmyî şehîd xist û beyî ku radestî malbatên wan bênekirin, veşartin.

Şaxê ÎHD’ê yê Sêrtê derbarê şehadeta gerîlayan raporek amade kir û ragihandin ku sedema yekser veşartina gerîllayan ya ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo nixumandina bikaranîna çekên kîmyewî ye.

Şaxê ÎHD’ê yê Amedê jî 2010’an ragihand ku nîşaneyên çekên kîmyewî yên li ser cenazeyên gerîlayên şehîd eşkere xûya dikin.

Di êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî de jî, Dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anî û Rêxistina Efû ya navnateweyejî ev yek piştrast kir.

Piştre çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku li dijî sivîlan ‘fosfor a spî’ hatiye bikaranîn.

Dewleta Tirk ji meha Nîsanê û vir ve jî li dijî gerîlayan li başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne.

HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk di 6 mehên dawî de 323 caran çekên kîmyewî bi kar aniye

Tevî gelek bangan jî lê heta niha saziyên navnetewî neketine nava tevgerê.

Back to top button