Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêxistinên tarî ku bi destê dewletê hatin avakirin gelek sûc û hovîtî pêk anîn û hê jî vê yekê didomînin.
Bi taybetî li bakurê Kurdistanê bi hezaran mirov hatin kuştin û windakirin.
Yek ji Rêveberên MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur jî li wê yekê mikur hat ku dewletê ji bo pereyan 18 kes kuştin û rayedarên wê demê vê yekê dizanin.’
Dîroka Dewleta Tirk, ne dîrokeke paqij e û bi deh hezaran sûcên dermirovî û qirêj tijeye.
Di salên derbasbûyî û di demên dawî de jî bi rêya hîn kesan, ev sûcên dewletê eşkere dibin.
Yek ji Reveberê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur jî li xwe mikur hat û da zanîn ku dewlet ji bo perayan 18 kes kuştine û rayedarên dewletê ji vê rewşê agahdarin.
Eymur anî ziman di nav sûcdaran de Endamê Jîtem’ê Mehmet Agar jî heye û Serokwezîrê demê Tansu Çîller jî ji vê yekê agahdare.
Eymur dîyar kir JÎTEM’a ku dewlet gelek caran ew înkar kiribû û di rastîyê de heye û wiha got:
”Helbet JÎTEM raste. Ez Velî Kûçûk jî nas dikim.
Vana gelek karên xelet kirin. Li gorî min û wan dewlet dikare her tiştî bike.
Ji bo pereyan 18 kes kuştin. Ji wan re gotin an dê hun pere bidin, an jî em ê we bikujin û di encamê de ew kuştin.”
Eymur ji pirsa ku Tansu Çîller ji van kuştinan agahdar bû an na jî ev bersiv da:
”Çîller ji vê yekê agahdar bû. Lê Mahmut Yildirim yê bi navê Yeşîl tê zanîn dijî an na, ez yeqîn nakim ku dijî.
Ew jî kesekî sûcdarê van kuştina ne.