Li Bakur Tifaqa Kurdistanî a li dijî şer û êrişan

Rejima Erdogan ya faşîst beriya çend rojan careke din destûrnameya şer ya li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê 2 sal dirêj kir.
Li ser vê yekê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar banga tifaqa li dijî şer li partiyên Kurd kir.
Partiyên Kur jî diyar kirin ku banga Sancar divê piştî destûrnameya hatiye derbaskirin demildest were bicihanîn.

Desthilata faşîst ya dewleta Tirk a ku li ber hilweşînê ye, ji bo ku pêşî li têkçûna xwe bigire careke din destûrnameya şer ya li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê 2 salan dirêj kir.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî di civîna Tifaqa Kurdistanî ya 15’ê Cotmehê ya li Amedê de banga tifaqa li dijî şer li partiyan kir.

Li ser vê yekê Partiyên Kurd, diyar kirin ku banga Sancar a ji bo ‘Tifaqa kurdan a li dijî şer’ divê piştî destûrnameya hatiye derbaskirin demildest were bicihanîn.

Têkildarî mijarê Serokên Partîyên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê îşaret bi girîngîya Yekitîya Netewî kirin û dan zanîn bi avakirina tifaqa xwe, dikarin li welat bibin hêze dîyarker.

Cigirê Serokê Giştî yê Partîya Însan û Azadîyê (PÎA) Ahmet Kaya dîyar ku herkesê ku ji polîtîkayên şer ês ê dikşîne, divê di nav tifaqê de cîh bigre û wiha got:

”Divê tifaqa li dijî şer demildest were avakirin. Divê em bibêjin ev operasyonên derveyî sînor li dijî kî têne kirin ?

Dewleta Tirk bi gotina gefa ewlehîya sînor heye xapandinê çêdike û ev bi zanebûn tê kirin.

Pêwîste em aramncên operasyonên Tirkîyê ji civakê re baş vebêjin. Behsa Efrînê bikin û deverin din jî.

Kaya da zanîn ku yekane rêya têkbirina van polîtîkayan, Yekitîya Kurd a Netewî ye.

Serokê Partîya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek jî bal kişande ser banga Mîthat Sancar ya ji bo tifaqa Kurdistanî û got: ”Divê em weke partîyên tifaqa Kurdistanî demildest meseleya tezkereya der sînor deynîn pêşîya xwe û xebateke bikin.

Çîftyûrek da zanîn ku tu ferqa partîyên tirkîyê di mijara Kurdan de ji hev cuda nîne û wiha domand: ”Ez ji vê derê bang li hemû Kurdan dikim, divê teqez dengên xwe nedin partîyên rejîmê.

Nabe ku piştevanîya partîyên dijminên Kurdan ên weke AKP’ê bikin.”

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistan (PDK-BAKUR) Sertaç Bûçak ji bi bîr xist Kurd, ji bo Tirkîyê rola mifteyê ne û wiha dewam kir: ”Banga tifaqê gelek e girînge.

Lê divê em tifaqê firehtir bikin û pêşengîya vê yekê bikin.

Bi vî avayî Kurd dikarin bi tifaqê li welat bibin hêza dîyarker.”

Back to top button