PDK li dijî xweseriya Şengalê di nav planan de ye

Endamê Meclisa Rêveberiya YNK’ê Dawid Cindî diyar kir ku li hevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji bo Şengalê gelek metirsîdare û xelkê Şengalê vê yekê qebûl nakin.

9’ê Cotmeha sala 2020’an PDK û Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî li ser daxwaza Tirkiyê peymandek li dijî Şengalê îmze kirîbûn.

Herî dawî Mesrur Barzanî di serdana xwe ya li Bexdayê de daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî kirîbû ku “Peymana Şengalê” ya li dijî gelê Êzidî pêk bîne.

Endamê Meclisa Rêveberiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê Ofîsa Rêxistina YNK’ê ya Şengalê Dawid Cindî têkildarî metirsiya vê peymanê ji Rojnews’ê re axivî.

Dawid Cindî: Peyman li dijî îradeya gelê Şengalê ye

Dawid Cindî destnîşan kir ku di nava xelkê Şengalê de li ser lihevkirina emnî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê de nerazîbûnek mezin heye û got: “Ev lihevkirin ji derveyî îradeya xelkê Şengalê ye. Di nav de ti nûnerekî Şengalê cih nagre û divê demildest were rawestandin.

Dawid Cindî: Lihevkirina Bexda û Hewlêrê ji bo Şengalê metirsî ye

Ev lihevkirin ji bo xelkê Şengalê gelek metirsîdare, bi taybet benda 7. ku behsa hebûna PKK’ê li Şengalê dike ku ev ji rastiyê dûre.”

Her wiha Dawid Cindî diyar kir ku çareserî pêkanîn daxwazên hemû pêkhateyên Şengalê ye û ev yek anî ziman:

“Em daxwaz dikin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê di çarçoveya sîstema federal a Iraqê de, bi destûrê were misugerkirin.”

Back to top button