Şandeyek Misirê serdana Serokwezîrtiya Iraqê kir

Şandeyek serokwezîrtiya Misirê serdana Iraqê kir û bi serokwezîr Mistefa Kazimî re civiyan.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf têkildarî serdanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin serdan wek temamkirina danustandinên ku ji beriya niha Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên li Misrê li gel rayedarên wî welatî lidarxistibû pêk hatiye.

Her wiha eşkere kir ku wê her du welat çend lihevkirinek ji bo xûrtkirina peywendiyên navbera herdu welatan û xûrtkirina peywendiyên dîplomasî yên sê alî yên hevbeş ên navbera Bexda, Qahîre û Omanê îmze bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin şandeya Misrê ji Serokwezîr, Wezîrê Çandiniyê, Wezîrê Niştecihbûnê, Wezîrê Tendirustiyê, Wezîrê xwendina bilind û rewşenbîriyê pêktê.

Back to top button