Ermenistan: Li Qerebaxê dewleta Tirk çekên kêmyewî bikartîne

Azerbeycan bi piştgiriya dewleta Tirk gelek gundewarên Qerebaxê dagirkir. Ermenîstanê jî ragihand ku dewleta Tirk çekên kîmyewî ya bombeyên fosfor li Qerebaxê bikartîne.

Rûsyayê jî bi daxuyaniyek ragihand dema ku şer gihîşt Ermenistanê ewê alikariyê bide Ermenîstanê.

Şer û aloziya Qerebaxê didome.

Her roj nûçeyên li hevkirinê anjî nûçeyên agirbestê di derbarê Azerbeycan û Ermenistanê de tê parvekirin.

Lê rûdanên li ser erdê dide nîşandan ku wê di demeke kurt de şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê raneweste.

Wezareta Parastinê ya Qerebaxê diyar kir ku şer ranewestiyaye û bi parvekirina dimenekê ve ragihandin ku dewleta Tirk çekên kimyewî, bombeyên fosforî li Qerbebaxê bikar tîne.

Di vir de dimenÊ FOSFORÊ BIDIN bidin

Rusya: Gava şer gihîşt Ermenistanê em ê alîkariyê bidinê

Wezareta Derve ya Ermenistanê ragihand ku Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re ser alîkarîya fermî axiviye.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Ermenistanê, Pashinyan ji Putin xwestiye ku ji bo ew ewlekariya Nagorno – Qerabaxê çêkin, dest bi danûstandinên berfireh bikin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê têkildarî daxwaza Ermenistanê ragihand ku gava şer gihiştin wî welatî ewê alîkariyê bidin Erîvanê.

Ermenistan ji destpêka şerê bi Azerbaycanê re ew cara destpêkê ye bi awayekî fermî ji Rûsya alîkariyê dixwaze.

Back to top button