Komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbya 48 dîlên şer yên aliyan bihev guhertin

Bi navbeynkariya Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a Lîbyayê de, 48 dîlên ji hikumeta wîfaq a Ixwana Mislimîn û Artêşa Nîştîmanî bi hev hatin guhertin.

Di bin siya Komîteya Leşkerî ya Hevbeş de, Artêşa Niştimanî di berdêla 33 sivîlên wan yên ku hikumeta Wîfaq ya Ixwana Mislimîn revandine, 15 leşkerên wê berdan.

Pervguhertina dîlan li herêma Şiwêrif a başur-rojavayê welêt, pêk hat.

Ji bo hêsankirina vê yekê jî, dê rêya ber-avî were vekirin.

Şandeya NY ya li Lîbyayê, kêfxweşiya xwe bi vê pevguhertina ku bi alîkariya rûsipî û zanayan pêk hat, anî ziman.

Şandeyê destnîşan kir ku divê herdu alî peymana agirbestê ya di 23 Cotmehê de jî hatiye ragihandin, pêk bînin.

Hefter bang li hemû hêzên Lîbya kir ku ji bo derxistina Tirkiyê tev bigerin

Li aliyekî din Fermdanrê Giştî yê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbya Xelîfe hefter di salvegera 69. a serxwebûna welat de axîvî û got:

Heta hêzeke dagirker li ser xaka me hebe, wê aştî pêk neyê.

Ji bo ev yek pêk were, emê careke din destê xwe bavêjin çekan.

Hefter bang li hemû hêzên Lîbya kir ku ji bo derxistina dewleta tirk ji xaka welat, bikevin tevgerê.

Back to top button