Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê daxuyaniyek derbarê qetilkirina sivîlên li Cindirêsê da.
PYD’ê bang kir ku divê gel li hember van kiryarên hovane bisekinin û yekîtiya xwe ava bikin.
PYD’ê di daxuyaniya xwe de komkujiya ku dewleta Tirk û çeteyên wê ya di derheqê sivîlên li Cindirêsê de pêk anîn şermezar kir û got:
“Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj rûyê xwe yê rast ê li dijî pêkhatiyên Kurd li Cindrêsê eşkere dike.
Dagirkeriya Tirk hewl dide welatiyên ku nasnameya xwe diparêzin ji holê rake ji lewra bi her awayî êriş dike û dixwaze erdnîgeriya Efrîn biguhere.
PYD’ê bang li gel kir ku li rex hev bisekinin û rê li siyasetên qirkirin û pişaftinê bigrin.
Her wiha bang li civaka navnetewî kir ku êdî sînorekî ji van binpêkirinên dij-mirovî re deyne.