PDK’ê hezar û 286 koçer ji herêma Biradost derxist

PDK’ê ji bo êrişeke nû li herema Bradostê bide destpêkirin û dagirkeriya Tirkiyê li wir mayînde bike hezar û 286 malbat ku di nav wan de cotkar û koçer jî hene li heremê derxist.

Li gorî agahiyên Rojnews’ê li zozanên devera Biradostê nêzîkî hezar û 286 malbatên ji cotkar û keçeran pêk tên, hene.

Hinek ji van koçerên ku bi darê zorê ji aliyê PDK’ê ve hatine koçkirin ku niha li gundê Kejek yê Biradostê konên xwe vedane.

Ji van kesan Cadir Umer axifî û got:

“Em li Kelaşînê bûn. Hikûmet hat û ji me re got ji vê derê biçin ji ber ku îhtîmal û metirsiya çêbûna şer heye.”

Herwiha Rêbaz Behrî jî diyar kir ku zerereke mezin gihiştiye wan û got;

“Mast, penîr, lorik û şîrijê me hemû xirab bû. Ji ber ku ceyran nîne û ava sar jî nîne ku em bixinê. Lewra em gelek bifikarin ku em ji zozanên me anîne vê derê.”

Welatiyê bi navê Eshed Ehmed Pîre jî wuha bahs kir:

“Wan em derxistîn. Em li ser mal û halê xwe bûn û bi sewalkariyê ve mijûl bûyîn niha rewşa me gelek ne başe.

PDK û artêşa Tirk li Biradostê li pey lîstikên nû ne

Back to top button