
Bi sedan xelkê herêma Firatê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Dilşîn Şêxo (Ala Munzûr Dêman) û sersaxî ji malbatê re xwestin.
Şehîd Ala Munzûr Dêman li dijî artêşa Tirk a mêtinger û qirker, heta nefesa xwe ya dawiyê bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî şer kir û şehîd bû.
Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî axivî û got:
“Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin û em ê heta dawiyê li pey xewn û xeyalên şehîdan bin.”
Piştre endamê Meclisa Giştî ya (PYD)ê Salih Nûh axivî û ev tişt anîziman:
“Serkeftin û destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan e.
Bila dijmin bizane, em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.
Em ê xeta şehîdên xwe bidomînin û destkeftiyan biparêzin.”
Her wiha endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mistefa jî ev nirxandin kir:
“Em soz didin şehîdan ku em ê xeta şehîdên xwe bişopînin, xewn û xeyalên wan pêk bînin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd Ala Munzûr Dêman hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.