Salvegera 33. a komkujiyên Enfalê

Rejîma Baasa Iraqî berî 33 salan, li sernaserî Başûrê Kurdistanê bi navê Enfalê dest bi êrîşine berfireh kiribû.
Di êrîşan de, kirêttirîn komkujî der heqê Kurdên bêçek de hatin kirin.
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê piştî ketina pergala zordar, ji 182 hezaran, tenê kariye 3 hezar û 737 termên Enfalkiriyan ji çolan vegerîne.

Birîna Helebçeyê nehatibû girtin, Enfalê jî kul û êşa Kurdan zêdetir kirin, wê rojê Kurdan 182 hezar kes winda kirin.

Rejîma Sedam a ku di sala 1986’an de 5 hezar kurd li Helbçeya Başûrê Kurdistanê bi kîmyabaranê kuştin, li Enfalê jimar kir dehqat.

Êrîşên Enfalê yên ji Dola Cafayetî û sala 1989 li Behdînanê bi dawî dibin, cenazyên Kurdan bi ser hev de hatin binaxkirin û weke ku qanûn li dunyayê tune ne..

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî piştî desthilata Sedam têk çû, komegorên Enfalan vekirin û li gorî wê heta niha 63 komegor hatine vekirin û di 18 salên dawiyê de bêhtirî 3 hezar û 730 cenaze derxistine.

Serokê wê demê yê Iraqê Sedam Huseyên û kurmamê wî Elî Kîmawî bi tewanên Enfal û Helbçeyên hatin bidarvekirin.

Dadgeha Bilind a Sizayan a Iraqî piştî 60 rûniştinan, Hezîrana 2007’an “Jenosîda Enfal û Kîmyabara Helebçeyê”, weke qirkirin pênasekirin û piştî wê bi 5 salan jî Parlamena Swêdî ew weke qirkirin pesend kirin û başqeyî wan hemû welat bêdeng man.

Malbatên Enfalan piştî 33 salan dibe nikarin zarokên xwe zindî bibînin lê daxwaza wan ji Hikûmetê ew e ku li termên zarokên wan bigire û vê bike mijarekî xwe netewî û dosyaya wê li gel Hikûmeta Iraqê veke.

Enfal, Helebçe, Geliyê Zîlan, Dêrsim, Efrîn û Serê Kaniyê navnîşanên bêbextî û dûrûtiya cîhanê li hemberî Kurdan eşkere dikin.

Back to top button