Li Efrînê şehîdên Newrozê hatin oxirkirin

Şevê din ji aliyê dagirkeran ve li Cindirêsê 4 kes hatin qetilkirin.
Îro bi hezaran kesî şehîdên Newrozê yên ku hatin qetilkirin, di nava dirûşmên rizgarkirina Efrînê û qewitandina dagirkeran de hatin veşartin.

Duh bi şev çeteyên “Ehrar Şerqiye” yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve, li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî li dijî welatiyên ku agirê Newrozê pê dixist, komkujî kir.

Di komkujiyê de 4 kesên ji heman malbatê şehîd bûn.

Ji bo oxirkirina şehîdan, îro bi hezaran welatiyên Cindirêsê, gund û navçeyên wê li navenda navçeyê kom bûn.

Piştî cenazeyên şehîdan ji bajarokê Atmê yê Idlibê gihaştin Cindirêsê, ji aliyê girseya gel ve hatin pêşwazîkirin.

Girseya gel bê navber li dijî çete û dagirkeran dirûşmên “Çekdar derve derve, ji bo Efrînê azadî” qîr kirin.

Di merasîmê de kesên axivîn komkujî şermerzarkirin destnîşankirin ku Efrîn bi çand û gelê xwe herêmeke Kurdan e û dê her tim ya Kurdan be.

Çeteyan bi berdana guleyan hewl dan welatiyan belav bikin.

Tevî wê, gel bi hêrs cenazeyên şehîdan li goristana navçeyê di nava dirûşman veşartin.

Back to top button