Fînala Newroza 2023’a li Amedê bi heybet hate pîrozkirin

Fînala Newroza îsal a li Amedê ji aliyê bi sedhezeran ve bi heybet hate pîrozkirin.
hêrs û kîna li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo li qada Newrozê derket lûtkeyê.
Siyasetmedarên ku axivîn li dijî tecrîd û êrişên hikûmeta AKP-MHP’ê peyamên yekitiyê dan.

Fînala Newroza 2023’an ya ku diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hatiye kirin, li Amedê hate dayîn.

Îsal jî Newroza li Amedê ji aliyê bi sedhezeran ve bi heybet hate pîrozkirin.

Ji saetên serê sibehê ve Kurdistanî bûn lehî û ber bi qada Newrozê ve herikîn.

Hevsorekên partî û rêxistinên Kurdistanî jî beriya derbasî qadê bibin, Kemal kûrkût ê 2017’an ji aliyê polîsa ve di newrozê de hatibû qetilkirin bibîranîn.

Siyasetmedaran, qurnefîl danîn cihê ku Kûrkût lê hate qetilkirin û derbasî qada Newrozê bûn.

Bi sedan polîs li derûdora dika Newrozê hatin bicihkirin.

Di qada newrozê de provakasyon û dijminahiya dewleta tirk îsal jî xwe da der.

Bi sedan polîs li derûdora dika Newrozê hatin bicihkirin.

Polîsan bi têlên direhî hewl dan sehne û qada Newrozê ji hev veqetînin

Ciwanên ku bi pankartên xwe derketin ser têlan, bi dirûşman Midûriyeta Emniyetê protesto kirin.

Polîsan nekarî xwe bigihînin ciwanan

Polîsan hewl dan mudaxileyî ciwanan bikin lê nekarîn xwe bigihînin ciwanên 5 metreyan derketin ser têlan.

Hêrs û kîna li hemberî tecrîda li qada Newrozê derket lûtkeyê

Tevî zextên dewleta tirk jî hêrs û kîna li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo li qada Newrozê derket lûtkeyê.

Ciwanan posterên Rêber Ocalan hildan

Di Newroza Amedê ya dîrokî de ciwanan posterên Rêber Ocalan hildan.

Li gel posterên Ocalan, her wiha alayên PKK’ê hatin vekirin û li nava qadê meş li dar xist.

Li dijî tecrîd û êrişan ji siyesatmedaran banga yekitiyê

Di protokola Newroza Amedê de li gel hevserokên partî, rêxistin û saziyan gelek mevan jî cih girtin.

Siyasetmedarên ku axivîn gel silav kirin û li dijî tecrîd û êrişên hikûmeta AKP-MHP’ê peyamên yekitiyê dan.

Piştî axaftinan koma rapê Kejoo, Reqso û Ronî Artîn derketin ser dikê.

Qasî 20 saniyeyan cihên stran û cihên girseyî biherikînin

Back to top button