UNESCO: Ji ber Corona 100 milyon zarok nekarîn fêrî xwendinê bibin

Vîrûsa Corona ya ku cihan da ber xwe, di tevahî şêwaza jiyanê de bandorek nebaş da avakirin. UNESCO diyar kir ku 100 milon zarok ji ber vîrûsê ji dibistanê durbûn û fêrî xwendinê nebûn.

Rêxistina Perwede, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) derbare bandûra Vîrûsa Corona li ser xwendina zarokan rapora ku amade kirî, eşker kir.

Rêxistinê diyar kir ku ji ber vîrûsê 100 milyon zarokî nekarî fêrî xwendinê bibin.

Li gorî lêkolînên berî vîrûsê, di sala 2020’an de dihat texmînkirin ku jimarê zarokên ne xwende kêm bibe û ji 483 milyonî dakevet 460 milyonî.

Lê ji ber vîrûsê jimara zarokên ne xwende gihişt 584 milyon zarokan.

Li gorî pêşketinên du salên beriya vîrosê ji sedî 20 hijmarê zarokên nexwende kêm bibû.

Rêxistinê da zanîn ku tevahî welatên endamên rêxistina UNESCO ji ber coronayê dibistan rawestandine.

Û bandûra dereng hiştina perwerdeya zarokan bi ” felaket” bi nav kir.

Rêxistina Perwede, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 29’ê Adarê de wê bi wezîrên perwerdê yên welatên endam re bicive û dozên girêdayî perwerdê nîqaş bikin.

Back to top button