Li Qendîlê cejna Newrozê hate pîroz kirin

Bi tevlîbûna hezaran kesî Newroza li Qendîlê jî hate pîroz kirin.
Ji çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kesî berê xwe dane Qendîlê û Newroz pîrozkirin.

Tevî barîna baranê jî bi tevlîbûna hezaran kesî yên ji çar aliyên Kurdistanê Newroza li Qendîlê hate pîroz kirin.

Qada Newrozê bi wêneyên Rêber Apo, alên PKK’, KJK, PAJK,HPG, YJA Star, KCK hate xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê û pêxistina agirê Newrozê ya ji aliyê malbatên şehîdan ve destpê kir.

Di pîrozvahiyê de peyamên KCK’ê, KJK û Tevgera Azadî hate xwendin.

Piştre jî Koma Mûzîkê ya Mexmûr, Koma Awazên Çiya, Koma Mûzîkê ya Ajwan her wiha hunermendên din derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Back to top button