Li Tirkiyê tabloya 2023’an a tundiya li Jinê tê kirin

Di 10 mehên îsal de zêdetirî 250 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
Li herêmên erdhejê jin li hemberî tundiyê bêparastin hatin hiştin.
Partiyên ku dixwazin qanûna 6284 ji holê rakin, ketin meclîsa Tirkiyeyê.

Ji bo Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanî tenê 4 roj mane.

Bîlançoya kuştina jinan a ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derdikeve, girîngiya roja têkoşînê derdixe pêş.

Tundî ne tenê fizîkî ye, di qada siyasî de jî êrîşên li ser destkeftiyên jinan dewam e.

Li gorî kadincinayetleri.org ji daneyên ku di çapemeniyê de li ser kuştina jinan hatine berhevkirin;

10 mehên despêka salê de 250 jin hatine kuştin

Di navbera salên 2010-2020’an de 2 hezar û 534 jin hatine kuştin.

Di heman demê de jinên bi şik û gumanan hatine kuştin jî rêjeyeke zêde zêdeye.

Li gorî daneyên Platforma ‘Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin’ di 10 salan de 4 hezar û 197 jin hatine kuştin.

Lê di van sê salên dawî de kuştina jinan qat bi qat zêde bûye.

Ji 2021 heta 2023’an 867 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 715 jin jî bi guman mirine.

Di sala 2021’an de, 280 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 217 jî bi guman mirine.

Li gorî daneyan tenê di meha Gulana îsal de de 40 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Li herêma erdhejê bêyî parastin û alîkarî

Her wiha piştî erdhejên 6’ê Sibata 2023’an a li Mereş a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tundî zêde bû.

Rêxistina Mor Çati piştî erdhejê 5 mehan raporek amade kir û got:

Ji bo ku ji tundiyê xwe biparêzin ji jinan re mekanîzmayên ku xwe bigihîninê nehatin avakirin.

Li gorî rapora TTB’ê jî tenê li yek ji erdhejê Hatayê ji ber tundiyê du hezar doz ji bo vê yekê hatine vekirin.

Yên ku digotin hewce ye 6284 rabe, ketin meclîsê

Tevî van rastiyan di pêvojoya hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê de li ser qanuna rakirina qanuna 6284′ nîqaş û li hevkirinên sosret çebûn.

Li gorî yasayan qanûna 6284′ Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundîya li ser Jinê dike.

Lê di dema hevdîtininên tifaqiyê yên bi AKP’ê re Partiya Yeniden Refahê bi daxwaza rakirina vê yekê şertê tifaqa xwe pêk anîn.

Partiya Huda Par’ê jî ku weke hizbulkontra tê binavkirin bi daxuyaniyekê heman daxwaz kiribû.

Her du partiyan jî li ser bingehê parastina tundiya li ser jinê ketin tifaqa AKP-MHP û parlamenterên xwe şandin Meclîsê

Back to top button