Li bajarê Qamişlo dema çêkirina danûkan ne

Danûk yek ji zadê genim e, herî zêde di demsala payizê de tê çêkirin.
Jinên Qamişlo yên bi hatina payizê re dest bi kelandina danûkan kirin dan zanîn ku tama danûkan bi kêyfxweşiya zarokan watedar dibe.

Di her mehê de xwerinek mohro xwe li wê mehê dide.

Niha dema payizê ye û di civata kurdan de kelandina danûkan destpêkiriye.

Dema danûk tê gotin yekemîn kombûna jinan û kêyfxweşiya zarokan tê bala mirovan.

Jinên bajarê Qamişlo jî bi hatina demsala payizê re dest bi kelandina danûkan kirin.

Jinên taxa Hîlîliyê ya bajarê Qamişlo di derbarê danûkan de kêyfxweşiyên xwe anîn ziman.

Sadiye Hisên jî diya kir ku mirov dikare ji genime gelek cureyên zadê çêbike.

”Her sal em bi kêfeke mezin danûkan dikelînin”

Sîham Merfûh jî destnîşa kir ku dema danûk dikele kêfa herî xweş ya zarokan e.

Mahfiza Hiso jî got, em dev ji çanda xwe bernadin û em girêdayî çanda dayikên xwe ne.

Back to top button