LÊGERÎNA GAZÊ LI QIBRSÊ DEWAM DIKE..RÛSYA JÎ BANGA DANÛSTANDINAN DIKE

Berî demekê dewleta Tirk keştiyeke din ji bo lêgerîna gazê; şand rojhilatê Deryaya Spî. Ev yek hêrseke mezin li gel hikumeta Qibrisê û hin welatên din çêkir. Ji bo vê jî, Rûsya bang li herdu aliyan kir. 

Serokatiya Qibrisê ragihand ku Tirkiye hîna kirinên xwe yên ne qanûnî li dijî serweriya Qibrisê dewam dike.

Li gorî daxuyaniya serokatiyê, ev yek li dijî qanûna navdewletî ye û bi temamî serweriya Komara Qibrisê binpê dike.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Rûsyayê metirsiya vê yekê anî ziman û got:

Em ji van kirinan bifikar in.

Em dibînin ev kirin wê nehêlin rewş aram bimîne, ango ti çareseriyê bi xwe re nayine.

Ji lew re em bang li hemû aliyan dikin ku danûstandinan pêk bînin.

Serokê AKP’ê Erdogan jî bêdeng nema û got:

Ev dengên ku her carê bilind dibin, rê li ber lêgerîna me nagirin.

Keştiya Tirkî li gaz û enerjiyê li rojhilatê Deryaya Spî digere û em ê her lêgerînê dewam bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button