Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne

Li Bakurê Kurdistanê Doza Kobanê bi rûniştina 3 a danaşîna 24. dewam dike. Di rûniştinê ku hêjî parastinên siyasetmedaran dawî nebûbûn dozger dest bi xwendina mutalaayê kir. Parêzer û siyasetmedarên girtî biryar protesto kirin û eywan terikandin.

Rûniştina 3’an a danişîna 24’an a Doza Kobanê li Eywana Girtîgeha Sîncanê yê Enqereyê hate lidarxistin.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî danişînê bûn.

Hinek siyasetmedarên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin tevlî danişînê bûn û yên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen tevlî danişînê bûn.

Danişîn, bi xwendina biryara dadgehê ya navberê ku di periyoda duyemîn de dabû, dest pê kir.

Dozger, dest bi xwendina mutalaayê kir û siyasetmedaran jî xwestin parastinê bikin.

Lê dozger xwendina mutalaayê domand.

Parêzer û siyasetmedar ji eywanê derketin

Di vê navberê de siyasetmedarên girtî rabûn ser pêyan û bi çepikan biryar protesto kirin.

Li ser vê yekê serokê dadgehê got; “Yên nexwazin guhdarî bikin dikarin derkevin.”

Li ser vê yekê siyasetmedarên girtî bi çepik, tililî û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” ji eywanê derketin.

Beşarên li eywanê û parêzerên li eywanê jî rabûn ser pêyan û rewşa heyî bi çepikan protesto kirin.

Dozger Cemalettîn Şîmşek hêj jî mutalaaya xwe ya ji 13 beşan pêk tê ji bo eywana vala xwend.

Doza Kobanê: Dê têkoşîna me bidome

Ji parêzeran Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku ji destpêka Doza Kobanê heta niha her tim bûne şahidên bêhiqûqtî, bandorên siyasî û got: “Miwekîlên me ji bo parastinê amade bûn lê destûra parastinê jê re nehate dayîn.

Em di nava pêvajoyeke siyasî ya wisa de ne ku hesasiyetên hiqûqî esas nayên girtin, li peymanên em aliyekê wan in nayê guhdarîkirin.

Em ê têkoşîna xwe ya li dijî derhiqûqtiyan bidomînin, heta ku hevalên me tên berdan.

Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê

Back to top button